Nêçîrvan Barzanî: Azadî bê berpirsiyarî çênabe
Azadî û azadiya raderbirînê mafên esasî ne û ew şertên di qanûna navdewletî de hatîne danan ne ji bo bertengkirina wan mafan e, lê belê ji bo parastina mafên kesên din e, ji bo parastina berjewendî û emniyeta civakê bi gştî ye. Ji ber ku, azadiya te eger azadiya mirovek din bin pê bike, ew neazadî ye û ew dûrketine ji berpirsiyariyê
Peyva serokwezîrê Kurdistanê di merasima 26 saliya kîmiyabarankirina Balîsan û Şêxwesan
Rola deverê û xelkê Xoşnawetî di şoreşa Îlon û Gulanê de û di şoreşa nû ya gelê me de gelek mezin û ber bi çav e. Ev dever melbendê baregayên pêşmergeyê Kurdisdtanê bûn, cîyê barega û melbendên patiyên kurdistanî bû. Xelkê vê deverê gelek zehmet dîtiye, wek pêşmerge, wek hêza Bergirî Milî û herwesa di xizmetkirin û hewandina pêşmergeyan de roleke mezin lîstiye
Nêçîrvan Barzanî: Bexda siyaseta pawankirin û xweferizkirinê peyrew dike
Bexda wisa miamileyê bi me re dike wek ku, em wîlayetek ser bi hikûmeta federal bin. Ev pirs pirsek destûrî ye û em dixwazin li gor destûrê miamile bi me re bê kirin. Li ser Bexdayê pêwîaste li gor pirensîpên federalî tevbigere, çênabe Bexda li gor pirensîpên merkeziyeta bihêz ku, hemû tişt xistnine bin destê xwe tevbigere